English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-26 [07:16 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Baregeha Barzanî bersiva Heder Ebadî derbarê Kerkûkê û Pêşmerge û gelê Kurdistanê dide.

Ev jî naveroka bersiva Baregeha Barzanî ye bo Ebadî:

Serokê yek ji firkisyonên di nava Parlamentoya Îraqê de Heyder Ebadî, di hevdîtinekê de li gel telefizyona Dicle, ku roja Şembîyê 23/3/2019 belav bibû. Cihê mixabiniyê ye hinek qezawet û û axivtin ên ne bi cih li ser Kerkûk û gelê Kurdistanê kiribûn, ku mebest û armanc a wî têkdana wê seqaya erênêî ye ku li piştî hilbijartinên Îraqê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê çêbibû û bo armancên takekesî ev axivtin kirîne.

Bo hemû alîyekê xuyaye ku pêkhateyên Îraqê di hilbjartinên borî de, Ebadî û hemû kesên din jî sizadan ku, biniyeta şerê navxweyî dirustbikin û pêkvejiyanê têkbidin û li hember gelê Kurdistan kerba ji dil û kîndar bû û bipîkirina destûrê tawan li Kerkûkê û Dozê encam daye. Di hemna demê de gelê Kurdistanê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, padaşta xelat a pêşmerge û berevanê ên Kurdistanê kir.

Ebadî kesekî bê wefa bû beranber Pêşmerge û gelê Kurdistanê. Eger Pêşmerge neban kesekî wek wî ti caran Mûsil nedidît daku serkevtina bi ser DAIŞê re li Mûslê bo xwe bidize û xwe pê hilkêşe û binase.

Ji alî yê gel ê Kurdistanê ve, Ew alî yên ku Ebadî wan bi tundrew û wesif dike, alî yên nîştîmanperwer û dilsojin û Ew ên tensîq û rêkkevtin bi Ebadî re kirine, Xayîn û welatfiroşin. Ew a li ba me girinege. Nerîn û dîtin a gel ê Kurdistanêye  û hilsengandi  xelk ên kîndar û kerb ji dil ti beha nîne.

Hêzên Pêşmerge jî çawa xewnên neyar û rijêmên ber xistn gorê , weha jî bi qehremanî ya xwe pîlanên genî yê Ebadî jî xistin gorê û Ebadî ji her kesî baştir dizane ka Pêşmergey çi bi serê wî û pîlanên wî anîye.

 Divê hemû alîyek wê yekê bizane ku niha rewşeke din li Îraqê heye û nabe rola kesên zikreş û yasaşikên hebe  qonaxa niha, qonaxa berpirisyarîyê û bihêzkirina binemayên bi hevre jîyanê û çespandin a hevpişkî, hevsengî û tewafiqê ye li Îraqê.

 





4291 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad