English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-10 [01:24 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeka Amerîkî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî li Hewlêrê pêşwazî li Kordînatorê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Îraqê Joey Hood û Konsûlê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steve Fagin kir.

Di civînê de mijarên wek pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa aborî, geşedanên li herêmê û şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin.

Şanda Amerîkî tekezî li ser karên hevbeş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir, ew jî ji bo parastina ewlekariya navçeyê.

Di hevdîtinê de şanda Amerîkî pesna rola Kurdistanê da ku  di şerê DAIŞê de serkeftî bûye û pêşwaziya koçberan kiriye. Di civînê de herwiha tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê hat kirin.





4915 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad