English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-03 [01:37 AM]

Hewlêr (PNA) - Çûna koçberan bo Almanya bargiraniyek mezin li ser aboriya Almanya çê dike û li gor lêkolînên Peymangeha Aborî ya Colonia di salên 2016 ê 2017ê de koçber bi qasî 5 milyard dolarî zirarê digihînin aboriya Almanya. Herwiha xerciyên pêşwazîkirin û akincîkirina koçberan jî zêdetirî 22 milyar dolar in.


Ligel berfirehbûna şepêla koçberiyê ber bi Almanya ve, bandora çûna hejmarek zêde ya koçberan bo ser aboriya wî welatî bûye mijarek germ a dezgehên lêkolînê û siyasetmedaran.
 
Li gor lêkolîneke Peymangeha Aborî ya Colonia di navbera salên 2016 û 2017ê de koçber xercek mezin dixin stûyê Hikûmeta Almanya û ji ber koçberan bi qasî 5 milyard dolaran zirar digihîje aboriya Almanya.
 
Ew yek jî berovajiyê pêşbîniyên Wezareta Darayî ya Almanya ye ku ragihandibû, bûdceya sala 2017 a Almanya dê bêyî ti deynan were dabînkirin.
 
Li gor encamên lêkolînê, xerciyên çavdêriya tendirustî, hewandin û xûlên fêrbûna zimanê almanî li ser Hikûmeta Almanya bi buhayê 5 milyar dolarî diraweste. Herwiha xerciyên pêşwazîkirin li koçberan û akincîkirina wan bi giştî zêdetirî 22 milyar dolarî li ser hikûmeta wî welatî dibe mal.
 
Ji aliyekê din ve Cîgirê Şêwirmenda Almanya Sigmar Gabriel ragihand, pêwîst e hevpeymaniyeke mezin a niştîmanî were avakirin daku koçber tevlî civaka Almanya werin kirin.
 
Gabriel ragihand, eger koçber tevlî civaka Almanya neyên kirin, ew yek tê wê wateyê ku xerciyên hikûmetê dê zêdetir bin.





3751 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad