English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-21 [10:29 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, rêjeya bêkarî li Başûrê Kurdistanê kêm bûye.

Berpirsê giştî yê kar û karûbarên civakî li Wezareta Kar ya Kurdistanê, Arif Hîto di daxuyaniyekê de got, niha rewşa aborî ya Kurdistanê baştir bûye û derfetên kar zêde bûne, ji ber wê jî wek me texmîn dikir, rêjeya bêkariyê jî kêm bûye.

Arif Hîto her wiha got, rêjeya bêkariyê par %13.7 bû lê niha daketiye %11.3. Ev jî nîşan dide bêkar kêm bûne.

Wî berpirsê hikûmetê bang li şîrket û sektora taybet kir derfetên kar bo bêkaran çêbikin û wan bo kar amade bikin.





2989 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad