English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-15 [08:16 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî girjî û alozîyên gundê Pelkane û duristbûna  nakokîyan li ser zevîyên çandinê, hevelatîyên deverê daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku ber bi hewara wan ve biçe û arîşeyên wan çareser bike.

Berpirsê Liqa 23ê yê Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) Kurmanc Ebdûllah ji Kurdistan 24ê gotiye:”Piştî tedexola serok Mesûd Barzanî rewşa gundê Pelkane hat çareserkirin Ew hevwelatîyên kurd ewên hatibûn girtin ji alîyê hêzên Îraqî ve hatin azadkirin û vegerîyan nav kesûkarên xwe.”

Herwiha Ebdûllah got, hemwelatiyên gundê Pelkane daxwaz ji Serok Barzanî kirine ku ber bi hawara wan biçe û arîşeya wan çareser bike.

Roja bihorî zêdetir ji 20 malbatên ereb yê zêdetir ji 100 kesî pêk dihatin bi ku di dema xwe da rejima Beasê ew anîbûn gundên Kerkûkê bi piştevaniya hêzeka Iraqê çûne ser gundê Pelkane û dest danîn ser çend xaniyên vala.

Pelkane gundeke li dorûbera nahiyeya Sergerrane ser bi qezaya Dubizê va ye li parêzgeha Kerkûkê.

 Hemwelatiyên gundê Pelkane daxwaz ji Serok Barzanî kiribûn bi hawara wan da biçe û kêşeya wan çareser bike. Berpirsê Liqa 23ê ya PDKê li Mexmûrê îro ji BasNewsê ra gotibû ew hewla dagirkirina gundê Pelkane qebûl nakin û heger ew kêşe berdewam bike wê bi awayekî din bersivê bidin hêzên dagirker.





5065 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad