English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-08 [10:57 AM]

Hewlêr (PNA) - Ji ber şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, şîrketa Statkraft a Norwejê projeyeke 1 milyar dolarî li Bakurê Kurdistanê da rawestandin.


 
Bi berdewambûna aloziyên Bakurê Kurdistanê û şer û pevçnan, sektora aborî ya Bakurê Kurdistanê roj bi roj rastî zirarên mezintir tê.
 
Şîrketa Statkraft a Norwejê ji ber berdewamiya şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê projeya çêkirina bendavekê li Bakurê Kurdistanê da sekinandin, ku şiyana berhemanîna 517 Mega Wat kehrebayê heye.
 
Bendava ku ew şîrketa Norwejê çêdike, dikeve ser çemê Botanê û di navbera her du navçeyên Şêrwan û Xisxêr ên li parêzgeha Sêrtê ye û bi çêkirina wê kehrebaya bajarê Sêrt û navçeyên wê tê dabînkirin.
 
Li gor agahiyan, %25ê projeya çêkirina bendavê bi dawî bûye, lê belê tewawkirina projeyê ji ber aloziyên li Bakur û berdewambûna operasyonên Artêşa Tirkiyê heya demek nediyar hat sekinandin.
 
Projeya çêkirina benavê di sala 2011ê de dest pê kiriye.
 
Derbarê biryara rawestandina karên projeyê de, Rêvebirê Cîbicîkarê Şîrketa Statkraft Christian Towinsian ragihand: em neçar bûn karên projeyê rawestînin, heya ku pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê û PKKêli herêmê bi dawî tên.
 
Ji ber rawestandina karên wê projeyê 900 karker bê kar man û bo male hatin şandin. Beşek ji karkeran ku girêbesta wan bi dawî bibû, hatin qerebûkirin û yên din jî mehane mûçeyên xwe werdigrin.
 





5650 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad