English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-16 [01:14 AM]

Hewlêr (ZNA) – Piştî ku Kurdistanê bi çend biryaran qedexe danî ser Bexdayê, ku ti berhemên çendiniyê derbasî Iraqê nebin, Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Wezîrê Çandiniyê yê Kurdistanê kir, serdana Bexdayê bike.


Li gor agahiyên ZNA, Hikûmeta Iraqê bi fermî Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Heêrma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd bo geştkirin ber bi Bexdayê ve vexwand, daku derbarê arîşeyên navbera her du aliyan de gotûbêj bê kirin.

Serdana Ebdulsetar Mecîd bo Bexdayê bo wê çendê ye, ku Hewlêr û Bexda li ser biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bo qedexekirina derbasbûna berhemên çandiniyê û xwarinê di ser axa Kurdistanê re bo Iraqê gotûbêjan bikin.

Pêştir Wezareta Çanidnî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê biryar derxist, ku nabe bi ti awayî berhemên çandinî û xwarin û goşt di ser axa Iraqê re bo deverên naverast û başûrê Iraqê bên şandin.

Herwiha li gor heman biryarê rê bi derbasbûna wan berheman jî nayê dayîn.

Li ser wê mijarê Ebdulsetar Mecîd ragihand: “Kêmek berî niha şanda Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û emê ligel Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Anflunzaya Balindeyan a Iraqê bicivin, daku li ser hilweşandina biryara qedexeya hinardekirina berhemên xwarinê yên ji Kurdistanê bo bajarên Iraqê danûstandinê bikin.”

 

Pêştir Hikûmeta Iraqê bi hinceta ku li Herêma Kurdistanê nexweşiya Anflunzaya Balindeyan heye, biryar dabû ku goştê mirşîkên Kurdistanê qedexe bike.

 

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê jî bertek nîşan dabû û ew biryar bi biryareke siyasî li dijî Herêma Kurdistanê wesif kiribû.





3658 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad