English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-21 [01:32 AM]

Hewlêr (ZNA) – Serokomarê Ekwadurê Rafael Koriya ragihand, welatê wî piştgîrî li zêdebûna nirxê petrolê dike.


Serokê Ekwadurê di hevpeyvînekê de ligel rojanmeya Polîvar a wî welatî de got, rawestana weberhênanê di kerta pîşesaziya petrolê û rawestana karê kolandina bîrên mezinên petrolê li Amerîka de bûne sedema kêmbûna nirxê petrolê di bazarên cîhanê de.

Rafael Koriya da xuyakirin, ku ew pêşwazî li danûstandinên Erebistana Siûdiyê û Rûsya yên derbarê zêdekirina nirxê petrolê de dikin û tekez kir, ku guftûgoyên Siûdiye û Rûsya li ser wê yekê erênî ne.

 

Rafael Koriya herwiha desnîşan kir, ku Ekwadur pêşwazî li destpêşxeriya OPECê bo kêmkirina asta berhemaîna petrolê jî dike.

Di çend rojên borî de her yek ji welatên Siûdiye û Rûsya ku du ji mezintirîn berhemhênerên petrolê ne, herwiha Venezuela û Qeter li ser kêmkirina asta berhemanîna petrolê di meha bihê de rêkevtinek bi hev re îmza kirin.





3754 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad