English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-02 [02:11 AM]

ZNA- Hewlêr


Piştî nêzîkî 3 salan, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dest bi vekirina nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24 re ragihand, ENKSê biryar daye, di demeke nêzîk de nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.

Ji meha adara sala 2017an ve, asayişa li Rojavayê Kurdistanê bi bihaneya wernegirtina moletê, nivîsgehên ENKSê û partiyên di nava ENKSê de girtibûn.

Ev gava ENKSê piştî wê yekê tê, roja 17ê Berçileya 2019an Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand, li ser destpêşxeriya HSDê û ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdî li Sûriyê, ti astengî li pêş ENKSê nîne nivîsgehên veke û karê siyasî bike.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser da zanîn jî, ev gavên hatine avêtin, ji bo wê yekê ne, ta bawerî di navbera hemû rêxistinên siyasî û îdarî bê avakirin.

Herwiha Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser hemû giliyên li pêş dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne hatine vekirin pûç kirine û ragihand, ew dikarin vegerin, bêyî ku ti astengiyek hebe.

Derbarê dosya girtiyên siyasî û kesên hatine windakirin, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand, ENKS lîsteyek bi 10 navan roja 15ê vê mehê radestî HSDê kir, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser jî di vê derbarê de komîtek bo şopandin û lêkolînê pêk aniye û dê hemû encaman bi ENKSê re parve bikin.





4048 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad