English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-08 [03:05 AM]


Serokê Partiya Nîjadperest a Tirk (MHP) Dewlet Bahçeli, bi zimanek tund li dijî Serokomarê Qibris a bakur Mustafa Akinci axifî, ku daxwaza yekgirtina Qibrisê dike û li dijî yekgirtina bi Tirkiye re ye.

Ligor Bahçeli: Daxwaza diyalogê ya Akinci ligel Komara Qibrisê û yekgirtina wê – axaftinên tekşokestinê ne! Divê Mustafa Akinci dest jikar vekşîn e, ev erk a Tirkibûyîn a Qibrisê ye(!)

Di hevpeyvîna xwe ligel Rojnameya The Guardian a Ingilizî Mustafa Akinci gotibû, ku: “Yekgirtina ligel Tirkiye mezintirîn metirsî lipêş Qibris a bakur e”. Herweha daxwaza çareseriya dewletek federal a Qibrisê kir.

Ev sekna Akinci, Serokê Partiya Nîjadperest a Tirk – MHP Dewlet Bahçeli gelek dilgiran kiriye, ku daxwaza dest jikar vekşîn a Akinci dike.

Şîrovekar dibêjin, maf ek Bahçeli nîn e, ku xwe bike berdevk li Qibrisa bakur û mafê dengderên Qibrisa bakur binpê bike û herweha ji cihê wan bersivê bide. Destwerdan a Bahçeli jî, pêngavek neyênî wesif dikin!





4447 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad