English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-10 [12:48 PM]


Liqa PDKê li Mûsilê ragihand, Heşda Şeibî û sazî û dezgehên girêdayî wê dixwazin bi darê zorê mezheb û ayîna xelkê deşta Neynewa bidin guhertin!

Liqa PDKê li Mûsilê di daxuyaniyekê de ragihandiye, saziya bi navê “Komeleya Demokratîk ya Şebek”, ku girêdayî Heşda Şeibî ye, PDK bi wê yekê tohmetbar kiriye ku dixwaze bi alîkariya Amerîka, Heşda Şeibî ji deşta Neynewa derxîne.

Di daxuyaniya liqa PDKê de hatiye gotin, xelkê wê deverê hemû şahid in ku ji roja ku Heşda Şeibî derbasî wir bûye, ji bilî dizî, rêgirî, çetetî û mezhebgeriyê tiştekî din nakin. Ew dixwazin dîn û mezhebên xelkê wir bi zorê bidin guhertin!

Wê liqa PDKê hişyarî daye Heşda Şeibî û ragihandiye, divê ew bizanibin ku her çi bikin gunehê wê di stûyê wan de ye û ew li hember karên xwe berpirsiyar in ne PDK.

Çend roj berê bi sedan şêniyên deşta Neynewa, êzîdî û ereb û turkmen û mesîhî, li dijî hebûna Heşda Şeibî li deşta Neynewayê xwepêşandan kirin û daxwaz kirin Heşda Şeibî ji wir bê derxistin.





4102 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad