English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-10 [12:58 PM]


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu ragihand, ti encam ji hevdîtinên wan ên bi Rûsya re li ser rewşa Idlibê derneketine.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu li Enqerê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hevdîtinên wan ligel şanda Rûsya îro didom in. Ew dixwazin rejîma Sûriyê êrişên xwe rawestînin û heger ev yek pêk neyê, ewê sînorekê ji rejîmê re danin.

Çavuşoglu got: “Di hevdîtinên Idlibê de em negihane çi encaman ku kombûnên me ligel Rûsya  berdewam dikin. Îro kombûn demjimêr 12ê hate destpê kirin, ka em temaşe bikin ji vê kombûnê çi encam dê jê derbikeve. ”

Diyar kir jî, “Peşniyazên me hene, 3 pêşniyazên Rûsya jî hene. Em dixwezin rêjîm Sûriyê û Rusya êrişên xwe rawestîne û destpêkê agirbest çê bibe.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê di demekê de ye, îro careke din şandeke Rûsî li Enqerê ye û bi berpirsên Tirkiyê re li ser rewşa Tirkiyê danûstandinan dikin.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûriyê belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, îro dest bi êrîşekeke mûşekî li ser xalên artêşa Sûriyê li derdora Serqaba Idlibê kirin û tê çaverêkirin di çend demjimêr yan rojên bê de, dest bi êrîşeke berfirah bikin.





4495 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad