English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-10 [12:59 PM]


Li Baroya Diyarbekirê daxuyaniyek ku ji aliyê 70 zanyar, hiquqnas, hunermend û akademîsyenan ve hatî îmzekirin bo balkêşandina doza Adnan Selçûk Mizrakli hat ragihandin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezina a Diyarbekir ê ku ji dêvla wî qeyum hatîyî danîn Selçûk Mizrakli bê sûc û sedem tê zindanîkirin.

Baroya Diyarbekirê bo balkkêşandina doza Adnan Selçûk Mizrakli daxuyaniyek belav kir. Daxuyanî ji aliyê 70 zanyar, akademîsyen, hiquqnas û hunermendan ve hatiye îmzekirin û têde behsa neheqeiya hember Adnan Selçûk Mizrakli tê kirin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê yê rewa Adnan Selçûk Mizrakli ye û tayînkirina qeyyumî jî nehiquqî ye. Her wiha bal hatê kêşan ku Adnan Selçûk Mizrakli ji ber sedemên bêbingeh  niha di girtîgehê de ye û divê dawî li girtîbuna wî were anîn. Serokê Baroya Diyarbekir û yek ji parêzerên Adnan Selçûk Mizrakli Cîhan Aydin dibêje bêbextî li muwekkilê wî tê kirin û kesên derbarê Mizrakli de îfade dayîn jî wî nas nakin.

Cîhan Aydin ji K24ê re got: "Mirov dizane ku li hember Adnan Selçûk Mizrakli û şaredarên din ên qeyyum hatine tayînkirin ne operasyoneke hiquqî, di rastiya xwe de operasyoneke siyasî hatiye kirin û plana vê jî beriya hilbijartinan hatiye amadekirin. Girtina Mizrakli jî bi îfadeyek ku behsa sala 2019dike hatiye kirin ku kesê îfade dayî Adnan Selçuk Mizrakli nas jî nake. Qeyyum jî girtin jî bêbingeh in nehiquqî ne em hêvî dikin di runiştina dozê de birêz Mizrakli were berdan."

Zanyar, Akademîsyen, Hiquqnas û Hunermendên ku îmzeya wan di bin daxuyaniyê de heye jî bi girtevîdeoyên kurt dibêjin rewşa Adnan Selçûk Mizrakli ku hem şuna wî wî qeyyum hatiye tayînkirin û hem jî di zindanê de ye wek şermek mezin a hiquqî û mirovî pênase dikin. Zanyarê siyasete Baskin Oran dibêje qet mantiq di tevgerên hikumetê de nîne.

Profesor Baskin Oran dibêje: "Ez qet di karek ê tifaqa AKP û MHPê de mantiqê nabînim. Desthilatê bi salan digot ji sendoqê çi encam derbikeve divê rêz lê were girtin. Lê niha bi tayînkirina qeyuman em dibînin sendoqê hilbijartinê di çavên wan de reş bûne. Ez gelek mereq dikim şewirmendên wan kîne. Bi awayeke eşkere dawîlêhatina xwe nêzîk dikin. Ango gulle berdidin lingên xwe."

Di 19 Tebaxa Sala 2019an de ji aliyê Wezareta Navxweyî Ya Tirkiyeyê ve bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir qeyyum hat tayyînkirin û Adnan Selçûk Mizrakli jî ji kar hatibû dûrxistin. Piştî vê yekê jî Adnan Selçûk Mizrakli di 21ê Cotmehê de hatibû binçavkirin û di 23yê Cotmehê de jî hatibû zindanîkirin. Adnan Selçûk Mizrakli niha di Girtîgeha Kayserî de tê girtin.





4489 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad