English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-29 [02:51 AM]


Serokomarê Tirkiyê dibêje, “Em li ser daxwaza xelkê Sûriyê çûne wê derê” û got ku Sûriye bo 3 perçeyan hatiye dabeşkirin û herwiha ragihand, “armanca sereke ne Sûriye ye.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê gotarek pêşkêş kir û derbarê rewşa Idlibê, dawîn êrişa li ser serbazên Tirkiyê, planên avakirina ‘navçeya aram’ herêmeke tampon û herwiha vekirina deriyên sînorî li ber koçberên Sûriyê kir.

Erdogan di wê gotara xwe de amaje bi rêjeyeke zêde ya koçberan li Tirkiyê kir û got ku ji ber êrişên rejîma Sûriyê 4 milyon koçberan berê xwe dane sînorên Tirkiyê û got, “Milyonek û nîv koçber jî niha li ser sînor in. Em 3,7 milyon koçberan jî li welatê xwe dihewînin. Em ne di rewşekek wisa de ne ku pêleke din a koçberan rabigirin.”

Erdogan derbarê hebûna serbazên xwe li Sûriyê got, “Em ne li ser vexwendina Esed li wir in. Em li ser vexwendina xelkê Sûriyê çûn bo wê derê” û herwiha mercê derketina serbazên xwe jî wiha vegot, “Heta ku xelkê Sûriyê nebêje ‘temam, ev kar xilas’, niyeta me nîne em ji wê derê derkevin.

Erdogan derbarê peywendiya telefonî ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî got, “Min ji birêz Putin re jî got ‘çi karê we li wê derê heye? Eger hûn dê binkeyekê ava bikin, dîsa ava bikin lê li wê derê li pêş me rabin’.”

Serokomarê Tirkiyê got, “Armanca sereke ya senaryoya li ber me ne Sûriye, lê Tirkiye ye. Ew ên ku tiştên dixwastin li Sûriyê werbigirin, dê berê lûleyan bidin Tirkiyê.”

Erdogan herwiha got, “Xeflet e mirov hizir bike ku ew ên niha Sûriye bo 3 perçeyan dabeş kirine, rêz li yekgirtina Tirkiyê bigirin.”

Serokomarê Tirkiyê ragihand ku hejmara serbazên ku di êrişa firokeyên Sûriyê de hatine kuştin gihiştiye 36 kesan û got, “Heta niha zêdetirî 2 hezar û 100 serbazên rejîmê hatine kuştin.”

Erdogan herwiha plana avakirina ‘navçeya aram’ li ser sînor dûbare kir û diyar kir ku xebatên wan ên avakirina wê navçeyê li seranserê sînorê Rojava û Sûriyê berdewam in.





4012 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad