English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-29 [11:10 AM]

Hewlêr (ZNA) – Nirxê petrolê di bazarên cîhanê de bi rêjeyek berçav zêde bû û pisporên warê petrolê jî amaje bi baştrbûna nirxê petrolê di demên pêş de didin.


Îro duşemî 29ê Sibat a sala 2016ê  nirxê yek bermîla petrolê cardin zêde bû.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand, nirxê her bermîleke petrola Brent a Deryaya Bakur bi rêjeya %1.2 zêde bû û her bermîlê wê bi 35 dolar û 51 sent hat firotin.

Herwiha nirxê petrola Teksas a Amerîkayê jî zêde bû. Yek bermîlê petrola Teksasê jî bi 32 dolar û 94 sentî di bazaran de hat firotin.

Ajansa Reutersê herwiha belav kir, li gor nirxandina pisporên warê petrolê nîşaneyên baştirbûn û zêdebûna nirxê petrolê derketine û ew pêşbînî dikin ku nirxê petrolê di demên pêş de zêdetir jî bibe.

Zêdebûna nirxê petrolê piştî wê yekê hat, ku hefteya borî jî nirxê petrolê bi awayeke berçav bilind bû. Hefteya borî nirxê yek bermîlê petrolê bi qasî %15 zêde bibû, ew yek jî piştî kêmbûna buhayê wê di heyama 20 mehên dawî de.





3811 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad