English | عربی | کوردی  
 
 
2016-03-02 [01:33 AM]

Japonê petrola Kurdistanê kirrî û hat zanîn, ku milyonek bermîl ji petrola Kurdistanê bo wî welatî hatiye hinartin.


Ajansa Reutersê li ser zarê jêderekî agahdar, eşkere kiriye ku meha Çileya îsal, yekemîn barê petrola Kurdistanê, ku milyonek bermîl bûye, gihîştiye Japonê. 

Li gorî Reutersê, şîrketa Japonî ya Tonyam General, petrola ku ji Kurdistanê hatiye kirrîn, derbasî parzûngeha bajarê Kawkasî li nêzîkî paytext Tokyo kiriye.

 

Wezareta Daraî û Bazirganiyê ya Japonê jî behsa wê kiriye ku Japonya ji Iraqê petrolê kirriye lê navê Kurdistanê neaniye. 

Beriya niha petrola Kurdistanê bi rêya Bexdayê re û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve dihat firotin lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji par havînê ve bi serê xwe petrolê difroşe





3994 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad